LI DIJÎ PERGALA TECRÎD Û ÎŞKENCEYÊ, DI SALA NÛ DE BER BI ZAFERÊ!

Baran Mawa

Weke tevgera ciwanan, wek ciwanên Kurdistanê, bi taybet jî wek ciwanên Apocî, ketin saleke nû ya têkoşîn û berxwedanê. Bêgûman sala 2022’an saleke pir giring bû û bi pêşketinên dîrokî re rû bi rû man û têkoşînên awarte hatin jiyan kirin. Dewleta Tirk a faşist û qirker sala 2022’an xwest konsepta tasfiye kirinê û plana tasfiyeya topyekûn bi encam bike. Dixwest bi vê konsepta ku tasfyekirina PKK’ê dixe hedef û navenda xwe, qirkirina gelê Kurd pêk bîne. Hemû hewildan û îsrara dewleta Tirk di tevahiya salê de ev bû. Ji bona vê jî êrişên pir dijwar, ku di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin pêşxistin. Li hember hemû beşên têkoşîna me, li hember gel, li hember jinên Kurdistanê û bi taybet jî li hember ciwanan xwestin vê polîtîkayê ferz bikin. Ev polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd meşandin, di serî de xwestin ciwanan têde derbas bikin û qirkirina ciwanan pêşbixin. Ji bo vê piştgiriya hêzên navnetewî yên hegemonîk di asta herî jor de girtin û hêzên hevkar û xiyanetkar ên herêmê jî xistin dewrê. Xwestin bi van piştgîriyan astengiyên heyî li pêşiya xwe ra bikin, lewazî û valatiyên xwe derbas bikin û planên xwe bibin serî. Ji bona vî jî êrişên ku di dîroka têkoşîna me de nehatibûn jiyan kirin, di vî salî de rû bi rû man. Li hember van êrişan jî berxwedanî, têkoşîn û şer jî di asta herî jor de jiyan bû. Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de, şer gihîşt asta lûtkeyê.

Bêgûman dema dagirker van êrişan pêşxistin, xwestin herî zêde tevgera ciwanan hedef bigrin. Di vê konseptê de, qirkirina ciwanan ne armanceke ji rêzê bû. Bi rêbazên çewsandinê yên kirêt, ên li dijî ciwanan hatin meşandin, nîşan da ku weke nêzî her kesî û her beşê civakê dibin, nêzî ciwanan jî nabin. Bi her awayî li gorî konsepta tasfiyeya topyekûn, politikayek li dijî ciwanan pêş dixin. Dewleta Tirk a dagirker baş dizanîbû ku her çiqas di têkoşîna azadiyê de hêzên dînamîk ên cur bi cur hebin jî, lê tevgera ciwanan di navenda vê têkoşînê de cih digre. Çirûskên destpêkê yên vê têkoşînê ji aliyê ciwanekî ve hatiye pêxistin. Serok APO di emrê xwe yê 24 salî de, hîma bingehîn ya PKK’ê bi gavê destpêkê ava kir û bi vî rengî ev têkoşîn da destpêkirin. Bi derfet, zanebûn û piştgiriyên pir kêm û di şert û mercên faşîzm têde serwer de, ev têkoşîn ji nebûnê da avakirin. Nasnameya ciwantiyê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de, bi vî rengî derxist pêş û ev têkoşîn bi ruhê ciwan avabû. Ji bona vê jî tevgera azadiyê bi dirûşmeya ‘’Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî serbikevin’’ avabû û îro jî bi vê hişmendiyê têdikoşe.

Herwiha dijminê faşîst dizane ku di hemû qonaxên têkoşîna azadiyê de ciwanên Kurdistanê roleke giring lîstine. Salên 1970’an de, di pêşengtiya Rêber Apo de ev têkoşîn destpêkir û van salan bi wê dînamîzm û ruhê ciwantiyê derbas bû. Dîsa di qonaxên salên 1980’an de, ciwan roleke sereke lîstin. Di gerîlabûyîn û artêşbûyinê de, ciwanên Kurdistanê baweriya xwe bi PKK’ê anîn û di dil û mêjiyê de, xwe bi şoreşa Kurdistanê re kirin yek. Hemû şert û mercên zehmet girtin ber çavan û bêyî ku derfet bigerin, gazincan bikin û bêyî ku li benda piştgîriyek cuda bin, xwe tevlê têkoşîna gerîla kirin û arteşa gerîla mezin kirin. Di van deman de ciwanên Kurdistanê li ser şopa fermandar Egîd ku mohra xwe li dîrokê xistibû, meşiyan. Bi vî rengî li hember dagirkeriya dewleta tirk şereke pir mezin dan meşandin. Dîsa di salên 1990’an de, ciwan di serhildanên ku weke pêlekê li Kurdistanê belav bibû, bi wêrektî û bi bawerî pêşengtî kirin û ser dijmin de çûn. Bi xistina tevgerê ya tevahî civakê re, sekneke şoreşger nîşandan. Ji bona vê jî, ciwanên salên 1990’î nasnameya ciwanên serhildanê qezenc kirin. Ev xeta têkoşîna ciwanan, her ku çû bilind bû û xwe mezin kir. Ser vê esasê ciwan zanabûna xwe kur kirin, cesaret û fedakarî di asta herî jor de raber kirin û bi vê rengî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girtin, di nava gel de pêşengtî kirin û di nava refên gerîla de jî bi tevlêbûna xwe, pîvanên pêşengtiyê bilind kirin. Di qonaxên cuda cuda de, bi her awayî nasnameya pêşengtiyê raber kirin.

Hêzeke nû li Kurdistanê ava bû. Ku di dîroka ciwanan, di hebûn û hişmendiya ciwanan de gaveke nû bû. Piştî komploya 15’ê Sibatê a li dijî Rêber APO jî, ciwan di serhildanan de, di têkoşîna civakî û leşkerî de jî di asta herî jor a fedaîtiyê de bi pêşxistina têkoşînê rabûn. Jiber vê jî Rêber APO bi guhertina paradigmayê ve, weke ku di tu tevgereke cîhanê de nehatiye dîtin, roleke sereke ya pêşengtiyê da ciwanan. Ciwan cara yekem di tevgereke şoreşger de bi rol û misyona pêşengtiyê rabûn. Weke hêza pêşeng a tevahî beşên têkoşînê hatin dîtin û ev jî rastiyeke fedaîtiyê bi xwe re derxist holê. Ev bû sedem nêzîkatiyên ku ciwanên piştî salên 2000’î weke ciwanên sanal û teknîkê pênase dikir, berovajî bibe û vala derbikeve. Di têkoşîna tevgera azadiyê de, ciwanên Kurdistanê vî sextekariya pergala serdest derxistin zanebûnê, li beramber vê sekneke şoreşger û fedayî raber kirin û ji tevahî ciwanên cîhanê re bûn model û mînak. Hem di ava kirina neteweya demokratîk de, hem jî di rêxistin kirin, çalakî, perwerde û tevlêbûna şoreşê de bûn xwedî nasname û mîrasek.

Tê zanîn ku kêm be jî ciwan, tenê di dîroka serhildanên 68’an de bi nasnameya xwe derketine pêş. Piştî vê cara yekemîn di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de ciwan bi nasnameya xwe derketine ser dîka dîrokê. Dijmin jî êdî bû şahîdê hêz û şoreşgertiya ciwanên Apoyî. Ji ber vê jî hêza ciwanan ji rêzê negirtiye dest, weke metirsî û xeteriyeke mezin ser xwe dîtiye. Ji ber vê jî di politikayên qirkirinê de, êrişê herî dijwar bûye para ciwanan. Di asta komployê de dixwazin ciwanan biçewsînin, pûç bikin û dil û mêjiyê ciwanan ji rastiyê qût bikin. Ev di sala 2022’an de pir zelal hatiye dîtin. Lê dewleta dagirker a Tirk tevî hemû êrişkarî û politikayên xwe yên qirêj jî, encamên dixwest negirt. Tevî hemû zext û zordariyan, hemû rêbazên kirêt û şerê taybet, ciwanên Kurdistanê jî serî netewandin û çok nedanîn. Ciwan bi îrade û zanebûna xwe û bi baweriya mezin a bi Rêber Apo, eger kêmaniyê xwe hebin jî, sekneke şoreşger raberî dijmin kirin. Êdî ciwanên Kurdistanê bûne nasname, ev nasnameya ciwanên Apocî ye ku xeteke egîdane daye ava kirin. Ciwanên Kurdistanê dane nîşan ku ne bê rêxistinin û ne jî amûrên politikayên tu hêzên dagirkerin.

Bêgûman ev pêvajo, êriş û berxwedan çiqas dijwar be jî, ewê dersên vê salê ji aliyê têkoşîna ciwanan bi berfirehî were destgirtin û bi zanebûneke kur ji sala nû re bibe bingeh. Jiber ku têkoşîna sala 2022’an bi qasî rastiyên xwe, lewaziyên xwe jî hebûn. Faşîzma AKP-MHP ya bi hevkariya îxanetkaran, di konseptê xwe de encam negirtiye û vala derketiye. Bi taybet jî ji têkoşîna ciwanan derbên mezin xwariye û hatiye ber mirinê. Lê di sala 2023’an de pêwîste ku bigêhêje asta serkeftinê. Ev jî rola sereke ya têkoşîna ciwana ye. Ji bo vê jî pêwîste ciwanên Kurdistanê berê xwe bidin Rêber APO. Eger dixwazin encam bigirin, vê demê pêwîste ciwan sekin û helwest, tarz û uslûb û bi her awayî hebûna Rêber Apo meyze bikin. Jiber çavkaniya bingehîn ya têkoşîna ciwanên Apocî, Rêber Apo ye.

Navenda êrişên dijmin Îmralîye û li ser Rêber Apo politikayeke der mirovî û sîstemeke tecrîdê ya mutleq xistine meriyetê. Heman demê jî wisa kirin ku Rêber Apo nikaribe dengê xwe bighîne ciwanan. Ji bo ku karibin di Îmraliyê de têkoşînê bifetisînin, xwestin pêşengtiya ku ji têkoşîna azadiyê re bibe îlham, asteng bikin. Ev politikayê tecrîdê û îşkenceya ku li ser Rêber Apo tê meşandin û di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin, hemdem li ser ciwanan jî tê meşandin. Weke ku bi tevahî dunyayê re, xwestin bi taybet tekîliyên ciwanan bi Rêber Apo re qût bikin. Çawa ku Rêber Apo gavek jî tawîz neda û gav paşde navêt, berovajî her ku çû agirê têkoşînê geştir kir, ciwanên Apoyî jî pêwîste vî seknê esas bigrin û belavî her derê bikin. Sekna Rêber Apo ya ku dijmin diqehirîne û bêçare hiştiye, hemû dek û dolabên şerê taybet vala derxistiye. Ji ber vê ye her roj cezayên nû didin Rêber Apo, agahiyên sipêkulatîv belav dikin û di watayek din de bêçaretiya xwe îtiraf dikin. Xwestin fikrên Rêber Apo di Îmraliyê de tecrîd bikin, lê Rêber Apo xwe belavî çar aliyên cîhanê, dil û mêjiyê ciwanan kir. Li hember van êrişên hov û şerên taybet û psîkolojîk, Rêber Apo ev 50 sale bi têkoşîna xwe heqîqeteke ku têk naçe ava kiriye. Niha eger li ser ciwanan jî şereke taybet ya bê navber tê meşandin, dixwazin ciwanan ji têkoşînê qut bikin û tevlê refên azadiyê nebin. Vê demê ya pêwîste ciwanên Kurdistanê bikin jî, ewe ku tarzê Rêber Apo esas bigrin û bi vî rengî şerê taybet vala derbixin. Dijmin bi rêbazên cur bi cur yên teknolojiyê û sanal, dixwaze dil û mêjiyê ciwanan jehrî bike. Bi meylên ez ez û ferdperest dixwaze ciwanan di nava dunyaya takekes de bifetisîne û ji civakê qut bike. Dixwaze mirov di nava civakê de û di nava xwe de jî perçe bike û bi erzanî û hesanî rêve bibe. Li dijî vê polîtîkayê dijmin jî sekin û helwesteke rast û di cih de ewe ku, ciwan berê xwe bidin civakbûyin û tarzê têkoşînê ya Rêber Apo.

Sîstema serdest ya desthilatdar û jerontokrat, bi rêbazên şerê taybet ên fuhûşê û har kirina ajoyan, bi riya qaşo spor û hûnerê dixwaze ciwanan esîr bigre. Ciwantiyeke bê îrade, bi tirs, ferdperest û koleyê ajoyê ya mîna robotan dixwaze ava bike. Li beramber vê jî di sala 2023’an de, pêwîste ciwan li hember şerê taybet û faşîzma dewleta Tirk a dagirker, bibin xwedî sekina herî têkoşer. Li beramber politikayê faşîzmê ku bê rêxistiniyê û perçe bûyinê ferz dike, pêwîste ciwanên Apocî têkoşîna dij ferdperestiyê di asta zirveyê de bimeşînin. Ji ber cihê ku faşîzm lê hebe, rêxistinbûyin, civakbûyin û îradebûyin ne pêkane. Ango cihê ku faşîzm lê hebe; pêşerojeke azad, fikrê azad, bihûstek jî be axekî azad, kes nikare xeyal bike ku were jiyîn. Tevgera ciwanan li beramber politikayên perçe kirinê ya faşîzmê, pêwîste sekinek wisa raber bike ku ev politika bixwe perçe bibe. Cihê ku rêxistinbûyin hebe, ewê mutleqe faşîzm têk biçe û nikaribe jiyan bike. Dema em berê xwe didin Rêber Apo, em vê rastiya bi heqîqetbûyî pir şênber dibînin; Rêber Apo 24 salin bi tena xwe jiyan dike û 22 mehe di nava tecrîdeke mutleq de ye. Lê di nava îzolasyoneke bi vî rengî kûr de, mîna arteşekê, mîna civakekî bi îradebûyî, sekna berxwedanê li hember komplogeran raber dike. Çiqas Rêber Apo bi fîzîkî tenê be jî, berdevktiya îradeya berxwedana bi milyonan însanan dike. Bi milyonan, bi ruhê Rêber Apo xwe bi beden dikin. Rêber Apo mîna arteşeke bi rêxistin kirî, bi dîsîplîn û rêxistinbûyîna xwe politikaya perçekirinê ya di asta herî jor de ya faşîzma dewleta Tirk, perçe kiriye. Ev di heman demê de, dibe perspektîfa têkoşîna ciwanan ya li dijî şerê taybet û psîkolojîk ya dewleta Tirk a faşîst. Li hember hemû şert û mercên zor û dijwar ev dibe perspektîfa rêxistinbûyinê. Ji Bakur hetanî Rojava, ji Rojhilat hetanî Başur, tevahî ciwanên Kurdistanê pêwîste xwe rêxistin bikin. Eger yek ciwan be jî li ser rêgez û pîvanên Rêber Apo xwe bi îrade û armanc bike û li hember faşîzmê bibe xwedî sekneke bi rûmet. Di têkoşîna sala 2023’an de ev dibe xala herî girîng ya perspektîfa têkoşîna ciwanan a ji bo serkeftin û azadiyê.

Eger zimanê faşîzmê zilm û zordarî be, pêwîste ciwanên Kurdistanê jî di sala 2023’an de nîşan bidin ku zimanê ciwanên Apocî jî çalakî ye. Di sala nû de, nav û pisûleya ciwanan wê çalakî be. Ne tenê bixwe di nava çalakiyan de be, ji tevahî civakê re pêşengtiya çalakiyan bike. Mîna Egîdiya salên 80’an, di şexsê Bêrîvanan de mîna serhildêriya salên 90’î û weke ciwanên YCK’ê ku di salên komployê de weke pêleke agir bi ser dijmin de bariyan, di vê pêvajoyê de jî ewê rolê xwe ya bi nasnameya ciwanên serhildêr bilîzin. Di sala nû ya têkoşînê de eger ciwan rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin û serhildanên bi heybet li dijî faşîzmê rêxistin bikin, wê ji tevahî civakê re bibin çavkaniya cesaret û fedakariyê. Ev kilît, kilîta serhildanê, ya têkoşîn û zaferê jî di destê ciwanên Kurdistanê de ye.

Bêgûman hem xwe rêxistin kirin, xwe perwerde kirin û pêşengtiya çalakiyan kirin jî, erkên sereke yên ciwanan e. Ciwan weke ku bê çalakî nabin, pêwîste bêyî perwerde û rêxistin jî nemînin. Ciwanên ku di şexsê xwe de van erkên esasî pêk bînin, wê bikaribin erkên sala nû ya zaferê pêşbixin. Ji bo pêkanîna vê jî, pêwîste ji her demê zêdetir berê xwe bidin rastiya berxwedêr ya Rêber APO. Di sala nû ya serkeftinê de, ya ku xeta têkoşînê diyar dike pîvanên Rêber Apo ne. Perçekirina faşîzma qirker a dewleta Tirk, ji berxwedaniya Rêber Apo re derbas dibe. Eger ciwanên Kurdistanê dixwazin xwe di perspektîfa sala nû de zelal bikin, pêwîste vê rastiyê tu caran ji bîr nekin. Rêber Apo navnîşana serkeftinê ye û ji bo dijmin jî sedema tirs û xofa têkçûyinê ye. Bi vî rengî xewn û xeyalên sedsalê yên faşîzma dewleta tirk a dagirker vala derbixin û bibin pêşengên xeta têkoşînê ya serkeftinê.

Bêgûman ev têkoşîna Rêber Apo ku di 24 saliya xwe de bi ruhê ciwanî destpêkir, xwe şîn kiriye û belavî Kurdistan û Cîhanê kiriye. Ewê di sala 2023’an de jî ev ruh, kevneşopî û mîrasa berxwedaniya ciwanan, ji her demê zêdetir bibe bingeha serkeftina mezin. Emê bi hemû ciwanên Kurdistanê, bi ciwanên Apocî ku xwe di oxira xeta Rêber Apo de kirine mertal û di şexsê Sara û Ruken’an de şênber bûne, serkeftinên misoger diyarî gelên xwe bikin.